Internationale Bewerber  

Internationale
Bewerber

Aktuell

Aktuelle Informationen zur Studienbewerbung, zu Deutschkursen und zur Studienfinanzierung finden Sie auf der Seite für Flüchtlinge und Asylbewerber (in deutscher Sprache).

Agahî ji mişext û penabera re

Mirovên ji ber şer û tundekariyê revîyane û hatine Almanya, bi awakî zagonî derfet hene go li zanîngeha Leipzig bixwînin.

Tu bendên zagonî ji boyî biyaniya tunene ku ji xwendinê re neyen pesend kirin li zanîngehê.
Xwendin li zanîngeha Leipzig dibe ji kesên niştecihiya demikî (Aufenthaltsgestattung) hebe yan ji xwedîyê niştecihiya awarte be (Duldung), ji bilî yek carên taybet ku mafê xwendinê ji wî mirovî hatibe standin (qedexa xwendinê).

Her wisa tevahîya mişexta weko: penaberan, kesên mafên parastinê heiyne ji ber astengên çiqilî, kesên bi niştecihiya demikî bin (Aufenthaltsgestattung) yan bi niştecihiya awarte bin (Duldung), wek wa ji penaberên doza xwe pêşkêş kiribin lê hê dosya wan nehatiye girtin, dikarin bên pesendkirin li xwendingeha Leipzig heger van mercên han pêk bînin:

Teqezkirina zanîna ziman:

Pêwîste her kesekî xwe pêşkêş bike ji danîşoka xwendinê re, ku bi zimanê elmanî lê tê xwendin diyar bike ku zimanê elmanî asta C1 dizane (li gor çarçoveya lêvegera ewropî ya giştî) bi sertîfîkatekî ziman naskirî (legal).

Kî bixwaze li zanîngehê bixwîne ji boyî bekelorius (Bachelor), diplom (Diplom), yan jî ezmûna niştimanî (Staatsexamen), pêwîste fêrname hebe maf bide wî ku li elmanya bixwîne. Heger ev fêrname tune be, pêwîste berî xwendina zanistî dest pê bike, xwendina amadakariyê bi dawî bîne, binavê (Studienkolleg).
Ji boyî tekûz kirina nasîna fêrnama xwe, binihêre li malpera: ANABIN

Kesê xwendina zanîngehê li welatê xwe bi dawî anîbe dikare xwe pêşkêşî xwendina magîsrê bike.
Zêdetirî wê yekê, tevahiya kesên xwe pêşkêşî xwendina magîsrê bikin divêt ezmûna pesendiyê derbas bikin.

Heger ne tevahiya dokumintan hebin

Heger ji ber rewşa revê tevahiya dokumintan ne amade bin, zanîngeha Leipzig dixebite li gor biriyara konferansa şaliyarên xwendinê ya sala 03.12.2015, ew biriyar hêsaniyê dike pêşkêşa belga de, desturê dide fêrnamên fermî neyen pêşkêş kirin, heger hun bikaribin birêkin ne yekser tekûz bikin ku we fêrname heye, we derbasî zanîngehê bike. Ji boyî pirtir agahiyan hûn dikarin binhêrin agadariya şaliyaria zanîst û hunerê ya Saksonya.

Rêveberiya pêşkêşê ji boyî zanîngehê

Pêşkêş kirin ji xwendingehêre ji hemu pêşkêşên navneteweyî wek hev tê derbaskirin. Li gor rêzikê daxwaz tê pêşkêş kirin di riya posta elektronî de li ser malpera: www.uni-assist.de . Piştra pêwîste kopiyên legal ji fêrnaman û hatîn wergerandin li zimanê elmanî yan inglîzî, werin şandin di riya posta elektronî ser navnîşana: uni-assist e.V.
Demên pêşkêşa daxwaziyan hene ji boyî demsala zivistanê û demsala havînê.

Daxwaza danîşoka xwendinê ji boyî fêrnama bekelorius / ezmûna niştimanî / dîplom.

Daxwaza xwendinê ji boyî fêrnama mastir.

Hinek têbîniyên dîtir

  • Ji boyî hûn têbîniyan wergirin li ser amadebûnê wek guhdarekî mêhvan, derbasbin malpera xwendina hertimî bi riya înternetê. Bo agahiyên zêdetir bi almanî.
  • Kesê xwendina bilind li derveyî Almanya bi dawî aniye û dixwaze karê xwe ê profîsîonal bike, divêt  fêrnama xwe pêşkêşî saziyen berpirsiyar bike ji boyî fêrnama wî bê ezmûn û pesend kirin. Li zanîngeha Leipzig ev kar naye rêveberin. Bo agahiyên zêdetir bi almanî..

letzte Änderung: 08.06.2017 
pages